Abdullah Tel
12 Nîsan 2019•Rojanekirin: 15 Nîsan 2019
Di pêşbaziya Wênekêşiya Çapemeniyê ya 2019an a World Press Photo (WPP) ku li Hollandayê hat lidarxistin da wênekêşa Ajansa Anadoluyê (AA) Elîf Ozturk di beşa "Çîrokên Sporê" da bû sêyemîn.
Encamên pêşbaziyê li paytext Amsterdamê bi civîna çapemeniyê hatin eşkerekirin û wênekêşa AAyê Ozturk jî bi wêneyên ji "Kirkpinar Oil Wrestling Festival"ê ku di beşa "Çîrokên Sporê" da cih girtin va xelatê qezenc kir.
Ozturk a ji Tirkiyeyê ku cara ewil e wekî jinekê vê xelatê qezenc dike got: "Ji Tirkiyeyê cara ewil e ku wekî jinekê ez vê xelatê qezenc dikim û ez bi vê şanaz bûm."
Ozturkê di axaftina xwe da ji ber piştevaniyê ji sazî û edîtorên xwe ra spas kir.
Wêneyên xelatê qezenc dikin di pêşangehên li 45 welatan tên vekirin da tên raxistin û ji 4 milyonî zêdetir kes tê dîtina wan.
WPP ji hêla Weqfa Wênekêşên Hollandayê va û bi piştevaniya malbata Qraliyeta Hollandayê va tê organîzekirin.