Elif Orhan
21 Îlon 2017•Rojanekirin: 21 Îlon 2017
NEW YORK
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, beşdarî bernameya "Civîna digel Amerîkabên Tirk û Amerîkanên Misilman" ya ku li otêla Marriott Marquis di bin banê Komîteya Arastekirina Neteweya Tirk-Amerîkan de hat sazkirin dibe.
Serokomar Erdogan: "Nêzî milyonekî arakanî mixabin ku niha ji axên xwe ji ber komkujiyê hewl didin ku derbasî Bangladeşê bibin. Lê binêrin ku me tu carî gotineke wekî 'bûdîstan misilmanên rohîngyayî kuştin.' bi kar neanî. Qetlîam bi destê bûdîstan tê kirin lê me ew bi kar neanî. Ez niha bangî ew kesên ku bûdîstan ev qas şirîn nîşan didin dikim, bangî ew kesên dibêjin ku mirovhez in dikim. Baş e lê hûn gotina 'terora îslamî' bi kîjan mafê dibêjin."
Serokomar Erdogan: "Kî mirovekî bikuje wekî ku hemû mirovahî kuştibe. Ev prensîba dînê me ye. Kesên ku terorê kirine wekî mijara eqîdeyê, mijareke îtiqadî, mafê tu kesê tune ku dînê me bi terorê re li hev bibîne. Bila tu kes DEAŞê wekî îslam û misilman îfade neke. Tu eleqeya DEAŞê bi îslamê re tune, ew rêxistineke terorê ye.
Serokomar Erdogan: "Li her derê dinyayê çalakiyên terorê yên ku bi destê mensûbên komên baweriyên cuda ve tên kirin hene. Lê belê tenê dema ku kiryar misilman be ew wekî 'terora îslamî' tê binavkirin. Heke kiryar ji baweriyeke din be ev çalakî ji sînora bûyera edlî derbas nabe û ji rojevê dikeve. We heta îro tu carî tişteke wekî 'terora xiristiyan', 'terora cihûyan', 'terora bûdîstan' an jî heke kiryar girêdayî tu baweriyê nebe 'terora ateîst' bihîstiye?"
Serokomar Erdogan: "Di çandên din de dibe ku kesên mirina kesekî wekî trajêdî mirina milyonek mirovî jî wekî îstatîstîk dibînin hebin lê ji bo misilmanan canê her mesûmekî bedêla dinyayê ye."