14 Sibat 2016•Rojanekirin: 15 Sibat 2016
RIYAD
Musteşarê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî Tuggeneral Ehmed Bîn Hesen Asîrî daxuyand ku jetên ku wê di tekoşîna li hember DAEŞê de bên bikaranîn, gihîştin Baregeha Încîrlîkê.
Asîrî di televîzyona El Erebiyeyê de daxuyand ku ev balafirên şer wê li Sûriyeyê di operasyonên li hember DAEŞê de bêne bikaranîn û ji bilî van ew ê hin balafirên şer ên din jî wê paşê bişînin Încîrlîkê.
Musteşar Asîrî got ku Erebistana Siûdî û welatên koalîsyonê yên ku serkêşiya wan Amerîka dike der barê operasyona bejayî ya li Sûriyeyê de hevdîtinin xwe didomînin û wiha aixivî: "Welatên koalîsyonê bi gelempêrî dibêjin ku operasyoneke bejayî hewce dike. Piştî ku biryareke wiha bê dayîn, Erebistana Siûdî jî dixwaze di vê operasyonê de cih bigre."
Li ser pirseke "balafirên şer li Baregeha Încîrlîkê amade ne, gelo ev ji bo operasyona bejayî amadehiyek e?" Asîrî wiha got: "Balafir ji bo êrîşên hewayê hatine amadekirin. Ji bo operasyona bejayî ya dibe ku çêbibe pisporên leşkerî xebatan dikin. Hûrgilî wê di rojên pêş me de eşkere bibin."