DIYARBAKIR
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Osman Baydemîr weşana kurdî ya Ajansa Anadoluyê nirxand û wiha got: ''Beriya her tiştî ziman, nasname, çand, huner li ser cîhanê, li erdnîgariya cîhanê bexçên gulan in. Lazim e ku mirov û mirovahî hemû gulan, hemû kulîlkan bisitirîne. Ez gelekî kêfxweş im ku niha Ajansa Anadoluyê bi zimanê kurdî jî dest bi weşanê dike. Di jiyana weşana kurdî de ez ji Ajansa Anadoluyê re serkeftinê dixwazim.''
Baydemîr daxuyand ku ev gava ku AA diavêje, ji bo ziman û nasnameya kurdan gaveke pîroz e û wiha got: ''Heta niha ziman, çand û nasnameya kurdan nehat nasîn. Gava mirov li dîroka Tirkiyê dinihêre, ji 1923-1924an heyanî îro mixabin nasname, çand, ziman û dewlemendiya vî welatî baş nehatiye naskirin. Ev zimanê ku em niha pê diaxivin, mixabin wekî zimanekî çiyayî, tune û nayê fêmkirin, hate binavkirin. Ev jî tê wê wateyê ku dewlemendiya welatê xwe baş nizanin."
Baydemîr dest nîşan kir ku ziman kulîlkên bihûşta cihanê ne û heke ziman bên hişkirin, wê demê ev kulîlk jî dê bên hişkirin. Ev yek hat kirin û bi rastî vê jî muşkulateke gelekî mezin danî pêşiya civakê. Her wiha qedexeya ziman bû sedema şer û pevçûnê.
Baydemîr wiha pê de çû: ''Mirov dikare bibêje ev heftê sal in ku li vê axê, li welatê me mixabin aştî pêk nehat. Qedexe bûn sedema şer û pevçûnê, xizaniyê, tunebûnê û her wiha civaka tirk û kurd, ereb û laz û çerkez ji hev dûr ketin. Ji bo vê yekê ez, ji wan kesên ku di van heftê salan de ji bo parastina ziman ked dan re ji dil û can sipasiya xwe pêşkeş dikim. Her wiha îro ku Ajansa Anadoluyê bi zimanê kurdî wê weşana xwe berdewam bike, ez jî, ji ew kesên ku keda wan di vir de jî derbas bûye re spas dikim.''