DIYARBAKIR
Alîkarê Serokê Giştî yê BDPê Gulten Kişanak got ku pêla çareseriyê felata Rojhilata Navîn e.
Kişanak bi munasebeta "1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê" li Diyarbekirê li Qada Îstasyonê axivî, di axaftina xwe de anî ziman ku herî zêde pevçûn û şer li ser axa ku misliman li ser dijîn pêk tê.
Kişanak da zanîn ku li Pakistanê, Afganistanê, Iraqê, Misrê, Tûnûsê, Lîbyayê, Sûriyê şer, xwîn, rondikên çavan û mirin nasekine û her wiha got ku misilman vê yekê heq nakin.
Kişanak da zanîn ku misilmantî, dînê aştî û biratiyê ye û wiha axivî: "Di serî de ez bangî wan kesên ku di vê meselê de rol dilîzin û bi rêxistinî tevdigerin dikim; van şeran bidin sekinandin. Rojhilata Navîn, Misir û Sûriye ne musteheqê vê yekê ne. Kî li ser navê misilmanan siyasetê bike divê pêşiya pêşî ew aştî û çareseriyê biparêze."
Kişanak der barê bikaranîna çekên kîmyewî de jî got ku em lanetê lê dibarînin her wiha em dizanin ku bi çekên kîmyewî li Helepçeyê qetliyameke çawa pêk anî û wiha pê de çû: "Kurd dê li hemberî qetliyamê bin. Çareserî ne di mudaxaleya leşkerî û pevçûnê de ye. Divê her kes vê yekê bizanibe. Divê li Sûriyê rejîmeke demokratîk bê avakirin. Em azadiya hemû gelan diparêzin. Çareserî tenê bi vî şiklî çêdibe."
Kişanak bi bîr xist ku hingî ku pêla çareseriyê dest pê kiriye xwîn û girîn sekiniye û wiha pê de çû:
"Ji Newrozê û pê ve ye 5 meh derbas bû. Lê belê hikûmetê hê jî pêngavek neavêtiye. Pêla Çareseriyê felata temamê Rojhilata Navîn e. Kes êdî nikare vê pêlê bixitimîne. Em naxwazin pozê yek mirovî jî bi xwîn be. Em naxwazin ku careke din rewşeke pevçûn û mirinê vegere li ser me. Em aştiyeke rastîn dixwazin. Ew jî dê roja ku mafên gelê me hatin teslîmkirin dê çêbe. Heya îro xwestin ku zimanê me yê dayîkê qedexe bikin, lê belê bi ser neketin. Ev rêwîtî dê berdewam bike."
"Yê me bixwe fikreke me ya veqetînê tuneye"
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ê Asya Abdullah jî got ku em li herêmeke wisan e ku di rojekê de bi sedan mirov canê xwe ji dest didin û bi vê yekê re jî bi hezaran mirov koçî derve dikin."
Abdullah da zanîn ku di bin perdaya dîn de hin kom û çete êrîşê kurdên li Sûriyê dikin û wiha axivî:
"Lê belê ereb, asûrî, suryanî û kurd bi hev re ji bo biratî û aştiyê em ê têkoşin. Ji bo çareseriya pirsgirêka li Sûriyê hin projeyên me jî hene. Ev projeya me ji bo pirsgirêka hemû Sûriyeyiyan e. Em di projeya xwe de tînin ziman ku em jiyaneke çawa dixwazin û ji hêla mafên demokratîk ve çi dixwazin. Em bi wan hêzan re ne ku ji bo aştî û demokrasiya Sûriyê mucadele didin. Li hemberî êrîşên ku li me tên kirin em zar û zêç, jin û mêr, ji 7 salî heta 70 saliyên me di têkoşînê de ne. Em wek PYD dixwazin di nav yekîtiya Sûriyê de azad û di nav aştiyê de wek welatiyek bijîn. Yê me fikreke me ya veqetînê tuneye."