ANKARA
Serokatiya Karên Civakî ya AK Partiyê, li serên daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyê (SÎT) ji bo nirxandin û çareserkirina bûyerên xwekuştinê civînek li dar xist.
Civîn, di bin rêveberiya Alikarê Serokê AK Partiyê Nukhet Hotar de hat lidarxistin. Beşdar, di civînê de li ser xwekuştinê û sitratejiyên pêşîlêgirtina xwekuştinê sekinî.
Ji saziyên wek Saziya Tendurustiya Gel, Serokatiya Daîreya Xizmetên Tendurustiya Rih û Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê destûrmend beşdarî civînê bûn.
Beşdaran, diyar kir ku bûyerên xwekuştinê li dinyayê zêde dibin û ji bo ku li Tirkiyê pêşî li bûyerên xwekuştinê were girtin lazim e ku perwerde û piştgiriya derunî bê dayîn. Beşdaran, dest nîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina bûyerên xwekuştinê divê hikûmet ligel saziyên têkildar pîlanekê amade bike.
Biryar hat dayîn ku ji bo pêşîlêgirtina bûyerên xwekuştinê civaknas, psîkolog û mela bi hev re bixebitin.