Tirkiyeyê ji rojên xwe yên dîrokî yeka din dît, bi hinceta hilbijartinên herêmî ya 2014an a 30yê adarê de 52 milyon hemwelatiyên me çûn ser sindoqê û bi awayekî azad ji bo vîna xwe ya siyasî rayên xwe dan.
Rojên hilbijartinê rojên cejnê yên demokrasiyê ne.
Anadolu Agencyê 94 sal e ku li Tirkiyeyê şahîdiya dîrokê dike, encamên hilbijartinê jî bi awayekî lez û pêbawer gihand ber destê raya giştî û bi hewl, ked û xweydana xwe vê wazîfeya giran bê qeza û bela xelas kir. AAyê di dîroka xwe de cara ewil encamên hilbijartinê ji ser sindoqan ji raya giştî re şand.
Ji bo vê xebata girîng û zehmet gelek amadehî hatin kirin.
Ji ber pêbaweriya ajansa me 20 televizyonên neteweyî, 21 rojnameyên neteweyî, 144 televizyonên herêmî, Google, MSN jî di nav de nêzî 450 malperên înternetê encamên hilbijartinê ji me wergirtin û bi saziya me re peyman îmze kirin. Ji medyaya ku li Tirkiyeyê ye ji sedî 85 ji bo ku daneyên weşanê ji me bistînin bi saziya me re li hev kirin.
Me roja hilbijartinê bi 1500 nûçegihan û 95 hezar kesên ku li ber sindoqan bûn re seferberiya nûçeyan îlan kir û bi ji bo wê em xebitîn.
Me hemû nûçeyên girîng bi hemû zimanên ku AA pê weşanê dike, da.
Me encamên Hilbijartina Îdareyên Herêmî jî ragihand û encam bê pere dan rojnameyên herêmî.
Ji bilî vê çend roj beriya hilbijartinê hin rojname û saziyên ku li dijî AAyê ne dest bi kampanyayên li dijî me kirin û şeva hilbijartinê jî êrîşên xwe domandin.
Ligel weşanên me yên bi serkeftî hin aktivîstên medyaya civakî, şîrovekarên televizyonê, rojnameger û siyasetmedarên ku ji serfiraziya me aciz in, saziya me û şaxên wê wek hedef nîşan didan û xwestin ku xebatkarên me bitirsînin.
Li seranserê Tirkiyeyê dema ku me encamên sindoqên ku ji sedî 70yî wî hatibûn vekirin, dida li dijî sîstemên Anadolu Agencyê êrîşên sîber hatin kirin. AA di dîroka xwe de rastî êrişeke wiha nehatiye, ji ber vê jî di weşana AAyê de giranî çêbû, lê sîstem têk neçû.
Di demên ku encam zêdetir eşkere bûn de hat dîtin ku herî zêde daneyên ku em parve dikin rast derdikevin. Dema ku encamên me û yên Lijneya Bilind a Hilbijartinê bidin berhev wê demê rastiya encamên ku me dane dê çêtir bê fêhm kirin û dîtin.
Anadolu Agency ajansa nûçeyan a neteweyî ya Tirkiyeyê ye. Hemû partiyên siyasî wek hev dibîne û tu carê aliyê yekî nagire.
Partiyên siyasî ji ber têkoşîna di navbera xwe de saziya me jî dixwazin bikşînin nav xwe. Ev tevgera wan ji bilî ji hinckirina Ajansa me ya neteweyî nayê tu wateyê. Em dixwazin ku saziyên me yên siyasî di van mijaran de bila zêdetir bi baldar bin û li Ajansa me ya neteweyî ku dengê wan jî digihîjîne çar aliyê dinyayê, xwedî derkevin.
Ew endamên malbata AAyê ku şev û roj ji bo vê projeyê xebitîn û tevî her tiştî piçek be jî keda wan di vê cejna demokrasiyê de cih girt û ji ber vê jî hemû serbilindin.
Ev hilbijartin ji bo welat û gelê me bi xêr be.
Anadolu Agency