Serokê berê yê Îtalyayê Sîlvîo Berlusconî ji ber ku di sala 2008an de bertîl da senatorekî 3 sal cezayê hepsê xwar.
Berlusconiyê ku ji sala 1994an heta sala 2011an serokwezîrtî kir û gelek caran navê wî di îdîayên bêrêtî û bertîlê de derbas dibû. Berlusconî di dozeke ku li Napoliyê dihat dîtin de cezayê hepsê hilda.
Bersulconî di sala 2008an de bertîl da Senator Sergîo De Gregorîo ku ew piştgiriyê nede Serokwezîr Romano Prodî. Berlusconî xwest ku hikûmeta koalîsyonê ya çepkir a Prodî têk here. Senator De Gregorîo di dadgehê de îtiraf kir ku wî ji Berlusconî 3 milyon avro pere hildaye û derbasî aliyê Berlusconî bûye.
Dadgehê 3 sal cezayê hepsê û 5 sal jî wezîfeya kamuyê jidûrxistinê da Berlusconî.
Berlusconiyê 78 salî piştî biryarê got ku daraz di bin zilmê de ye û ev biryar biryareke siyasî ye.
Parezerê Berlusconî Nîccolo Ghedînî jî got ku biryara Dadgeha Napoliyê ne adil e.