ÇANAKKALE
Li Lapsekiya navçeya Çanakkaleyê, 63 qaçaxên ku ji bo derbikevin derveyî welêt hatibûn vir, hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, ekîbên cendirmeyan li ser îxabarekê lêgerîn da destpêkirin û li ser rêya Şekerkayayê, di nav de jin û zarok jî 63 qaçaxên ji Efxanistanê girtin. Cendirmeyan ew radestî polêsan kirin.
Piştî miameleyan, qaçax birin Navenda Paşve Şandinê ya Biyaniyan a li Ayvacikê.