AGRI
Li Agiriyê ji bo serma nekeve malan paceyên xaniyan bi naylonê ve digrin.
Li bajêr germahiya hewayê hetanî 10 pileyî daket bin sifirê Û welatî ji bo ku xwe ji sermayê biparêzin serî li rêyên cuda dixin.
Li navend û navçeyên bajêr welatî ji bo ku zivistanê malên wan zêde sar nebin paceyên xaniyên xwe naylon dikin.
Mehmet Bayatê ku li taxa Adnan Menderas ya navçeya Avkevirê dijî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku her zivistanê vî karî dikin û bi vê rêyê ve pêşiyê li sermayê digrin da ku xaniyên wan zêde sar nebin.
Bayat got ku êdî hewa roj bi roj sar dibe û wiha axivî: "Hewa êdî sar bû. Em jî ji bo ku xwe ji sermayê biparêzin paceyên xwe naylon dikin. Heker em naylonê nekişînin ber paceyên malên xwe zivistanê xanî zehf sar dibin. Hin caran sobe jî malê germ nake û em di xaniyan xwe de bi sakoyan ve rûdinin."