KARAMAN
Cinazeyên karker Kerîm Haznedar û Îsa Gozbaşi yên ku li Ermeneka navçeya Karamanê ji kana komirê derxistibûn li gundê Aşagi Çaglarê hatin veşartin.
Cinaze ji ber encamên DNAyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Ermenekê disekinandin. Piştî ku encama DNAyan eşkere bû cinazê ji bo definkirinê hatin amedekirin.
Cinazêyên karkeran tevî qêrîn û zarîna malbatan li wesayitên cinazeyan kirin û anîn goristana gundê Aşagi Çaglarê.
Beriya nimêja cinaze Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz hat gund sersaxî da gundiyan û bêhnekê li gel wan sihbet kir.
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfî Elvan, Waliyê Karamanê Murat Koca, Arikarê Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Halîl Etyemez, Parlamenterê AK Partiyê yê Karamanê Mevlut Akgun û gelek gundî beşdarî nimêja cinaze bûn.