VAN
Hat ragihandin ku li Wanê 3 kesên ji umreyê vegeriyan ji ber şika MERSê li nexweşxaneyên bajêr girtin bin karantînayê.
Li gor agahiyên ku hatin hildan Hediye Aydin a 71 salî û jin û mêreki ku navê wan hê ji nehatiye eşkerekirin piştî ku ji umreyê vegeriyan ji ber serêş, agir û dillihevketinê çûn nexweşxaneyeke taybet û Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.
Piştî tetkîkên ku hatin kirin pisporê nexweşiyên sing û pisporê enfeksiyonê hevdîtin kirin û bi gumana nexweşiya MERSê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê. Der heqê rewşa hersê kesan de sibê wê daxuyanî bê dayîn û piraniya xebatkarên nexweşxaneyê û xizmên nexweşan dev û pozê xwe bi maskeyê girtin.