NEW YORK
Davutoglu rêya herî baş ji bo berterefkirina cudakeriya li ser jinê ev e ku mirov civakê hişyar bike, da ku di civakê de "hay jê hebûn" çêbe. Davutoglu destnîşan kir ku ji bo vê 183 hezar wezîfedarên ewlehiyê, xebatkarên qada tenduristiyê, dozger, dadger, alimên dîn û xwendekar hatin perwerdekirin.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Neyeweyên Yekbûyî (NY) beşadrî bernameya "Wekheviya Jin û Mêran û Bihêzkirina Jinê" bû.
-"Li gor me kuştinên bi hinceta toreyan îxlalkirina mafên jinan e"
Serokwezîr Davutoglu got ku êdî jin di nav kar û barên siyasetê de xwedî maf in, ji Tirkiyeyê hin mînak dan û wiha dewam kir: "Ji madeyên sereke yên zagona me ya bingehîn yek jî ev e ku, li pêşberî qanûnan de jin û mêr wek hev in. Ev qanûn divê di rewacê de bin; herwiha berpirsiyarê birêvebirina vê qanûnê jî dewlet e."
Davutoglu got ku di salên dawî de gelek veguherîn hatin kirin. Bi saya van veguherînan ew zagonên ku rê li ber cudakeriya li ser jinê vedikirin berteref bûn.
Davutoglu rêya herî baş ji bo berterefkirina cudakeriya li ser jinê ev e ku mirov civakê hişyar bike, da ku di civakê de "hay jê hebûn" çêbe. Davutoglu destnîşan kir ku ji bo vê 183 hezar wezîfedarên ewlehiyê, xebatkarên qada tenduristiyê, dozger, dadger, alimên dîn û xwendekar hatin perwerdekirin.
Davutoglu got ku li Tirkiyeyê 131 wargehên ku jin xwe ji ber şidetê dispêrinê hene û got ku di van wergehan de xizmetê didin 3 hezar û 400 jinên mexdûr. Davutoglu destnîşan kir ku li 14 herêman navendên ber lê şidetê girtin û şopandina bûyerên şidetê hene û wiha dewam kir: "Li gor me kuştinên bi hinceta toreyan îxlalkirina mafên jinan e. Bi tu awayî nikarin van kuştinan meşrû nîşan bidin. Nikarin li ser nirxên civakî, çandî an jî olî kuştina jinê meşrû nîşan bidin. Me biryar da ku ji bo em ber li şideta ser jinê bigrin çi hewce dike bikin."