Emanetên manewî yên ku ji Tirba Şah Silêman ji Sûriyeyê anîn Tirkiyeyê, li Alaya Hidûta 3emîn a Fermandariya Hêzên Bejayî ya Fermandariya Serliqa Hidûtê ya 7emîn tên mihefezekirin.
Piştî Operasyona Şah Silêman a ku ji bo cihê Qereqola Rêzê û Tirba Şah Silêman bê guherandin hat kirin, emanetên ecdadan yên menewî li wir ji bo demeke berwext anîn Tirkiyeyê.
Emanet li Bîrecika navçeya Şanliurfayê li Alaya Hidûta 3emîn a Fermandariya Hêzên Bejayî ya Fermandariya Serliqa Hidûtê ya 7emîn tên mihefezekirin.
Ji bo emanetan merasimeke fermî hat li dar xistin. Di merasimê de Sirûda Îstiklalê hat xwendin û alaya tirk kişandin diregê.
Di merasimê de der barê Şah Silêman de agahî hat dayîn û Qur'an hat xwendin. Miftuyê Şanliurfayê Îhsan Açik dia kir û piştî diayê leşkeran sandoq li ser milê xwe birin avahiyê ku li ser "Tirba Şah Silêman" nivîsandî. Emanetên manewî li wê qadê hatin bicîhkirin.
Li ser avahî dîroka Tirbeya Şah Silêman hat nîvîsandin û tûxreya osmaniyan hat daliqandin. Piştî merasimê du leşkeran nobeta rêzê girtin.
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî, Fermandarê Herêma Cendirmeyan Tuggeneral Necdet Gungor, Fermandarê Cendirmeyan yê Bajêr ê Şanliurfayê Albay Selman Komurcu û leşker beşdarî merasimê bûn.
Ji hêla din înşaeta Tirba Şah Silêman a li Eşmeya Sûriyeyê bê çêkirin dewam dike. Li herêmê ji ewlekariyê nobet tê girtin.