Ali Bayaslan
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 18 Gulan 2018
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li ser ehemmiyet û giringiya Qudsê got: "Ji bo me Çanakkale çi be Quds jî ew e."
Serokkomar Erdogan di Mitînga "Nalet li Zilmê Piştevanî li Qudsê" de axivî û nirxandinên giring kirin.
Li ser giringiya Qudsê Erdogan wiha got:
"Quds tenê bajarek nîne. Quds sembol, îmtihan û qible ye. Heger em qibleya xwe ya ewil neparêzin em nikarin di nav ewlehiyê da li qibleya xwe ya dawîn binihêrin."
Serokomar Erdogan got: "Ji bo me Çanakkale çi be Quds jî ew e."
Nirxandina xwe ya li ser vê mijarê wiha kir:
"Neteweyên Yekbûyî ya ku di sala 1967an de hember dagirkirina Qudsê bêdeng ma tenê temaşeyî hemû çalakiyên Îsraîlê yên neheq, bêhiqûq, bêwijdan, bêexlaq kiriye û bûye şirîkê vê zilmê. Ma ez çima dibêjim 'cîhan ji 5an mezintir e' hûn fehm dikin gelo? Nexwe li cîhana ku bibe mehkûmê her du lêvên Amerîkayê hûn nikarin ji zilmê pê ve tiştekî din bibînin. Ji bo wê em çi dibêjin? Ji bo zaliman her bijî cehenem. Îsraîl ji sala 1947an vir ve çi dixwaze dike, îro jî bi heman bêperwatiyê di rêya xwe de diçe. Em nikarin van rastiyan ji nedîtinê bên. Va ye bi biryara dawîn a ku Amerîkayê sitand carekî din dest dirêjî mehremiyeta Qudsê hat kirin. Mescîda Eqsa her ku diçe bi cîzmeyên sîyonîstên radîkal tê qirêjkirin. Mizgefta El-Xelîl hê jî dagirkirî ye û em misilman ji bilî şermezarkirinê tiştekî din nakin, nikarin bikin."
Erdogan li ser hêzê jî wiha şirove kir: "Tekane zimanê zalimê ku exlaqê wî nîne jê fehm dike hêz e, hêz. Heke hemû cîhan hemû misilman bibin yek û hember zilmê bisekinin ji min bawer bikin ku piştgiriya wan lobiyê ku xwe dispêrê tenê têrî nake ku Îsraîl bêperwatiyên xwe bidomîne. Ez ê eşkere biaxivim; misilman di pevçûnên navbera xwe de, rageşiyan de, îxtifalan de dijî hev çiqas şedîd, çiqas bêtehamûl, heta çiqas bêwijdan bin dijî dijminên xwe jî di nav dîmeneke ew qas newêrek, tirsonek de ne."
Gazî xelkê Îsraîlê kir û wiha axivî: "Em xelkê Îsraîlê jî gazî wê yekê dikin ku li hemberî felaketa ku rêveberî wan kaş dike derkevin."
Li ser xelkê Amerîkayê jî got: "Gavên ku rêveberiya Amerîka di mijara rêxistinên terorî de û di mijara dewleta terorê Îsraîlê de diavêje dê rojekê vegerin li Amerîkayê jî bixin. Ew nikare ji vê bireve. Bi vê wesîleyê ez gazî xelkê Amerîkayê jî dikim ku li hemberî xeletiyên serokê xwe dengê xwe derxînin."
Di dawiyê de wiha axivî:
"Tirkiye welatekî wisa ye ku hem qenalên dîplomatîk şixulandiye, hem jî bi pêngavên berbiçav ên ku avêtin her dem di mijara Filîstîn û Qudsê de helwesta xwe nîşan daye. Piştî geşedanên dawîn jî me dîsa helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan da. Welatê ku Îsraîlê herî zêde hedef digire Tirkiye ye, serokê ku herî zêde hedef digire jî şexsê min e û ev yek jî tesîr û rastiya vê helwestê nîşan dide. Tabiî heke şexsê wir min hedef digire nexwe ez di rêya rast de me lê em ji tiştekî bawer dikin, em dizanin ku la xalibe îllallah, yê xalib tenê Xwedê ye. Çiqas dixwazî bila destê te de çekên nukleer hebin, hezkî bila destê te de çekên ku di destê tu kesî de tunin hebin. Ya esil çekê Rebbê min e."