Nihat Kavşut
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî: "Li Xezeyê sûcê mirovahiyê hat kirin. Ez neletê li Îsraîl û zilma wê tînim û Amerîka û polîtîkayên wê yên hovane şermezar dikim. Netanyahu û çeteyên wî yên ku divê li mehkemeyên cezayê yên navneteweyî bên darizandin û cezakirin wê berdêla xwîna ku dirêjin û canên ku distînin yan li dinyayê yan jî li axretê bidin."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li Yenîkapiya Stenbolê di mitînga "Nalet li Zilmê Piştevanî li Qudsê" da axivî.
Devlet Bahçelî diyar kir ku ji ber fîxana welatên Tirk û Îslamê di şînê da ne û wiha got, "Ji Kerkûkê heta Qudsê, ji Telaferê heta Qibrisê û ji Kaşkarê heta Qerebaxê em li hember her êş, êrîş û dafikê him dijmin û him jî keleha heysiyetê ne."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî destnîşan kir ku Quds rûmet û îtibara îmana me ye û wiha peyivî, "Quds Îslam e û di heman demê da rêçên Tirkbûnê di xwe da dihewîne. Quds rûmet û îtibara îmana me ye. Bi gotina 'çû' naçe û bi gotina 'ket' jî nakeve. Bi gotina 'paytextê Îsraîlê' ev terazî nikare vê giraniyê ragire û bikşîne."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî diyar kir ku wê li hember zilmê bêdeng nemînin û wiha axivî: "Li Qudsê niheqî, bêhiqûqî û bêedaletî heye. Bajarê ku pêxemberê me çûyê, rûmeta mûcîzeyên Îsra û Mîracê û qibleya me ya ezelî û ebedî di hedefa zaliman da ye. Kesên li hember zilmê bêdeng dimînin şeytanên kerr û lal in. Em ê li hember zilmê bêdeng nemînin. Em ji zilmê ra nebin temaşevan. Wek gelê Tirk yê Misilman em şeytaniya kerr û lal hildin bin lingan û bipelçiqînin."
Devlet Bahçel diyar kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn mezin dibin û wiha got, "Herêm wekî fiçiya barûdê ye, wekî bombeyekê ye ku agir berdana fitîla wê. Bêîstiqrariya li Rojhilatê Navîn wê mezintir bibe. Mixabin di pêşerojê da ev tê dîtin. Piştî ku Quds wek paytextê Îsraîlê hat naskirin tu kes nikare li herêmê qala aştî û yekîtiyê bike. Xebatên lobiya siyonîzmê, bêhediya Trump û polîtîkayên kujer yên Netanyahu fêkiyên xwe yên bijehr derxistin meydanê."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî destnîşan kir ku li Xezeyê sûcê mirovahiyê hat kirin û wiha got, "Ez neletê li Îsraîl û zilma wê tînim û Amerîka û polîtîkayên wê yên hovane şermezar dikim. Netanyahu û çeteyên wî yên ku divê li mehkemeyên cezayê yên navneteweyî bên darizandin û cezakirin wê berdêla xwîna ku dirêjin û canên ku distînin yan li dinyayê yan jî li axretê bidin."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got, "Kanî Riyad? Ebû Dabî di kîjan qulê de ye? Qahîre bi ku de wina bû? Malûm e, ew welatên Misilman bi qaçaxî gulaşê dikin. Bêyî ku Qudsê û Filîstînê bikin mijar û Îsraîl û Amerîkayê bigirin devê xwe bi peyamên lawaz ên şermezariyê hewl didin xwe xelas bikin. Ji hemû re heyf, xwelî li serê wan be."