Neriman Senanur Torun
13 Tebax 2023•Rojanekirin: 14 Tebax 2023
Li Behra Reş ji bo Bartin-Kastamonuyê hişyariya bahozê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, li Rojavayê Behra Reş sibê piştî nîvro ba wê ji hêla rojhilat û bakurê rojhilat bi hêza di navbera 6-8an da (50-75 km/saet) wek bahoz rabe.
Tê texmînkirin ku roja sêşemê tesîra bahozê wê kêm bibe.
Ji bo welatiyan hişyarî hat dayîn ku ew baldar bin.