Halil İbrahim Sincar,Beşir Şavur
13 Tebax 2023•Rojanekirin: 15 Tebax 2023
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê wesayita ticarî ya sivik qelibî, di qezayê da 10 kes birîndar bûn.
Li ser rêbeja Geliyê Gurs yê li Taxa Karaman a Çolterê, wesayita ticarî ya sivik a ku hêj plaka û nasnameya ajokarê wê nehatiye tespîtkirin, qelibî.
Di encamê da 10 jin û zarokên di wesayitê da birîndar bûn.
Li ser cabdayinê ekîbên 112 Tenduristiya Acil û Agirkujê hatin cihê bûyerê.
Birîndaran veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdîn û Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê.
Hat hînbûn ku kesên di wesayitê da bo geşt û gerê diçûn Geliyê Gursê.