Ahmet Aydın
08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
VAN
Ji aliyê Şaredariya Mezin a Stenbolê, Şaredariya Mezin a Konyayê û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê ve ji bo Şaredariya Mezin a Wanê 7 wesayit hatin hîbekirin.
Di civîna ku li stasyona wesayitan a Şaredariya Mezin bi rê ve çû de, 5 otobusên korukdar, îtfaiye û wesayitekek vekirina qenalan hat danasîn.

Walî û Wekîlserokê Şaredariyê Îbrahîm Taşyapan di civînê de axivî û anî ziman ku ev otobusên hîbekirî ji bo veguhastina di nava bajêr de gelekî giring in.
Taşyapan destnîşan kir ku ev xebat rasterast xizmetguzariya welatiyan e û wiha got, "Yek ji giringtirîn xizmetên şaredariyê xizmetguzariya veguhastinê ye. Divê em di vî warî de geşe bidin. Hên xebatên me didomin, di demeke kurt de emê derbasî sîstema bilêtên zîrek bibin. Bi vê re wê welatî asantir ji vê xizmetê sûdê wergirin."
Taşyapan herwiha anî ziman ku di warê agirvemirandinê de jî di astekê baş de nîn in û got, "Di bajarê me de avahiyên gelek bilind hene. Heger di van avahiyan de agirek derkive, derenceyên me yên dirêj gelekî kêm in, têrê nakin. Me ev mesele jî dema serdana xwe ya Enqereyê de, ji Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî re ragihand. Wezîrê me telefon ji Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê re vekir û ferman da. Me bi vî şiklî îtfaiyeyek weke hîbe sitend. Divê em di warê agirvemirandinê de xwe bi hêz bikin."