08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
MARDÎN
Li Mazîdaxa navçeya Mêrdînê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorî de 500 kîlogram teqemenî hat desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Midûriyeta Dijî terorê yên Fermandariya Cendirmeya Wîlayetê, li dijî peywendîdar û hevkarên PKK/KCKya rêxistina terorê dest bi xebatê kirin.
%2Fmardin-eyp.jpg)
Li taxên Derecik, Evciler, Işikkaya û Yukariocakê li dijî navnîşanên diyarkirî operasyonên hevdem hatin destpêkirin û di encamê de 500 kîlogram teqemenî, 2 demançe, tivingeke nêçîrê, 6 cercûl, 146 fîşekên demançê, 7 telefonên mobîl û karteke memorî hatin desteserkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku gumanbar A.E, Î.E, S.E, D.Î, R.K, M.K, A.A. û B.K. ku di nava wan de muxtarên taxan jî hene hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin jî ku teqemeniya desteserkirî bi şiklekî bi kontrol hatiye înfilaqkirin.