Abdullah Tel
15 Gulan 2020•Rojanekirin: 16 Gulan 2020
Yaşar Akkuşê Şaredarê Îdirê yê HDPyî ji ber lêpirsîna terorê ku der barê wî da dihat meşandin hat binçavkirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Îdirê ji ber lêpirsîna terorê ku serdozgerî der barê wî da dimeşîne ber destê sibehê hatin avahiya xizmetê ya Şaredariya Îdirê û mala Akkuş ya li navenda bajêr.
Ekîban derûdor bi bariyeran girtin û li meqama Akkuş û mala wî dest bi lêgerînê kirin.
Polêsan paşê Yaşar Akkuşê Şaredarê Îdirê yê HDPyî ku ji ber sûcê "Endamê PKK/KCKya rêxistina terorê" li malê binçav kirin ewilî anîn avahiya şaredariyê û ji wir jî birin midûriyeta ewlehiyê.
Tevlî Akkuş Alîkara Şaredarê Îdirê Eylem Çelîk jî di çarçoveya heman lêpirsînê da hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê lêpirsîna der barê Akkuş da didomînin.
Di dema lêgerînan da polêsan jî bi wesayîtên bizirx li çar aliyê avahiya şaredariyê tevdîrên ewlehiyê hildan.