15 Gulan 2020•Rojanekirin: 16 Gulan 2020
Li Sêrtê 3 şaredarên HDPyî hatin binçavkirin
Şaredarên Sêrt, Bayqan û Kurtalanê yên HDPyê ji ber lêpirsîna terorê ku der barê wan da dihat meşandin hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan ji ber lêpirsîna terorê ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê dimeşîne ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Sêrtê derketin operasyonê û li navnîşanên wan Şaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işikê û alîkara şaredarê Peymandara Turhan, Şaredarê Kurtalanê Baran Akgul û Şaredarê Bayqanê Ramazan Sarsilmaz binçav kirin.
Piştî kontrola tenduristiyê Işik, Turhan, Akgul û Sarsilmaz birin ewlehiyê.
Wek mayîn polêsan li derdora şaredariyan tevdîrên ewlehiyê hildan û di avahiyan da lêgerîn tê kirin.
Yaşar Akkuşê Şaredarê Îdirê yê HDPyî ji ber lêpirsîna terorê ku der barê wî da dihat meşandin hat binçavkirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Îdirê ji ber lêpirsîna terorê ku serdozgerî der barê wî da dimeşîne ber destê sibehê hatin avahiya xizmetê ya Şaredariya Îdirê û mala Akkuş ya li navenda bajêr.
Ekîban derdorê bi bariyeran girtin û di meqama Akkuş û mala wî da dest bi lêgerînê kirin.
Polêsan Akkuş li mala wî Akkuş binçav kirin û birin ewlehiyê.
Wek mayîn şaredarên Sêrt, Bayqan û Kurtalanê yên HDPyê ji ber lêpirsîna terorê ku der barê wan da dihat meşandin hatin binçavkirin.