Haydar Şahin
31 Adar 2020•Rojanekirin: 31 Adar 2020
Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî diyar kir ku ew ê di nav sala 2020î da ji bo 62 saziyên dewletê 6 hezar û 219 kesan tayîn bikin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat desnîşankirin ku Midûriyeta Giştî ya Xebatê û Serokatiya Stratejî û Budçeyê ya Serokomariyê li ser hejmara tayînkirin û hildana xebatkaran xebitîn û hejmar bi Biryara Serokomarê hat eşkerekirin.
Di daxuyaniya Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî da wiha hat gotin: "Di nav sala 2020î da ji bona 62 saziyên dewletê 6 hezar û 219 kes ê bên tayînkirin."
Bi Biryara Serokomar va hat diyarkirin ku ew ê ji bo 127 zanîngehan 1016 tayînên îlave bikin bi vî awayî hejmarê derkeve 1651î û ji bo saziyên din jî 6 hezar û 650 kesên din jî ew ê werin tayînkirin.