Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci bû mêvanê Maseya Edîtoran ya AAyê û pirsên nûçegihan û edîtorên AAyê bersîvand.
Wezîr Avci ji bo mamosteyên kurdî yên ku ji zanîngehên Artukluyê, Muş û yên din mezûn bûne û benda tayînê ne wiha axivî: "Ev mamoste ji bo ku dersa kurdî hîn bikin perwerde dîtin. Çawa ku her kesê ku tirkî dizane nikare dersa matematîk, fîzîk û dersên din bide, ev jî nikarin perwerdeya wan dersan bidin."
Avci der barê tayînkirina mamosteyên kurdî de jî diyar kir ku ji bo dersên hilbijartî qadro dê neyê tehsîskirin. Ev ne tenê ji bo dersa kurdî ye, rewş ji bo dersên Qur'an, siyer û yên din jî eynî ye. Ji bo wan dersên hilbijartinê ew mamosteyên ku serê dersê pere distînin îstihdam dikin. Avci wiha axivî: "Ji bo ku polek vebibe herî kêm divê 12 xwendekar hebin û divê di dibistanê de jî mamosteyê wê beşê hebe. Heta niha 28.000 xwendakaran dersên kurdî hilbijartin. Ji van 27.200 xwendekaran dersa kurmancî yên din jî dersa zazakî hilbijartin. Hilbijartin çiqas zêde bibe perwerdeya dersa kurdî jî ewqas dê zêde bibe."
Avci ji bo mamosteyên ku dixwazin di meha sibatê de tayîna wan çêbibe jî wiha got: "Wek Serokwezîr Erdogan jî got di meha sibatê de tayîn çênabin. Wek hemû wezaratan em jî hewl didin ku bûtçeya zêde bigrin ku rehet bixebitin. Heta niha Wezareta Parastinê bûtçeya herî mezin hildida lê niha ev rewş guherî. Tayînên nû dê paşê çêbibin. Kemasiya mamosteyan herî zêde di bêşa dîn, îngilizî, matematîk û rêberiyê de heye."
Avci diyar kir ku bi verastkirina nû ve qedexeya li ser jinên sergirtî êdî ji holê rabû. Avci wiha got: "Bi vê verastkirina nû ve jinên sergirtî dê êdî di kamuyê de bi rehetî bikaribin bixebitin. Ji wan jinên ku di dema 28ê Sibatê de mexdur bibûn 350 kesan serî li wezareta me xist da ku ji nû ve bixebitin. Heke yên din jî muraceet dê bikaribin dîsa wek mamoste bixebitin."
"Sonda xwendekaran"
Piştî ku hat eşkerekirin dê êdî di dibistanan de sonda xwendekaran neyê xwendin ev sond ji holê rabû. Avci der barê vê de wiha axivî: "Vê sondê di sala 1933an de dest pê kiriye û heta roja me hatiye. Dibe ku di wan salan de ev normal bû lê îro wateya vê tuneye. Niha dipirsin û dibêjin ku xwendekar dê niha çi bixwînin? Xwendekar dê tiştekî nexwînin û herin dibistana xwe û fêrî dersên xwe bibin."
"Sûryanî jî dê êdî bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin"
Avci ragihand ku sûryanî jî dê êdî wek kêmneteweyan bikaribin dibistanan vekin û li wir wek dibistanên din yên kêmneteweyan him bi zimanê tirkî û him jî bi zimanê xwe perwerdeyê bikin. Avci wiha axivî: "Çawa ku di dibistanên din de ders tirkî ne, mamoste tirk in lê di heman demê de bi îngîlizî, almanî û zimanên din perwerde tê dayîn, dê bi zimanê sûryaniyan jî perwerde wiha bê dayîn. Ev ji bo kurdî jî dê wiha bibe."
"Dersxane dê bibin dibistanên taybet"
Wezîr Avci diyar kir ku destûr dê neyê dayîn ku dersxaneyên nû vebin û ew ruhsatê bigrin. Avci wiha got: "Heta meha çileya paşîn dê di meclisê de der barê dersxaneyan de hîn guherîn çêbibin. Ev verastkirin dê di Qanûna Wezareta Perwerdeyê de jî cih bigre. Dersxane dê bibin dibistanên taybet. Ji bo dersxane bibin dibistanên taybet hin şert û merc hene. Ji van yek jî divê ev dersxane herî kêm ji 15 polan pêk bê. Dersxaneyên ku heta niha vebûne jî di nav 3 salan de divê li gor qanûnê veguherînan bikin û xwe amade bikin. Xwendekarên ku niha di dersxaneyan de perwerdeyê dibînin jî heta hezîranê dê perwerdeya xwe bidomînin. Em ji bo wan astengiyan dernaxin."
Avci diyar kir ku gelek zanîngehên taybet vebûn û kontenjanên zanîngehan zêde bûn. Ji ber vê êdî di perwerdeya zanîngehê de tengasî nayê kişandin. Piştî ku dersxane jî bibin zanîngehên taybet dê gelek pirsgirêk ji holê rabin.
Avci herî dawîn behsa Projeya Fatîhê ya ku UNESCO jî piştgiriyê dide kir. Avci diyar kir heta niha bi çarçoveya vê projeyê ve wezareta perwerdeyê gelek tablet dane xwendekaran. Di gelek dibistanan de amûrên teknîkî û texte belav kirine.