BITLÎS
Bi projeya ku Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bidlîsê amade kir û Ajansa Neteweyî jî qebûl kir û qîmeta wê jî 322 hezar ewro ye 162 xwendekarên ku li bajêr perwerdeyê dibînin yê li welatên Ewropayê bigerin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bidlîsê Murteza Ogur daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku 5 projeyên wan ên ku di çarçoveya "Erasmus, Tevgerdariya Hînbûyîna Şexsan" û "Tevgerdariya Xebatkar û Xwendekarên Perwerdeya Pîşesaziyê" da amade kiribûn bi destê Ajansa Neteweyî hatin qebûlkirin.
Ogur destnîşan kir ku di çarçoveya projeyê da piştgiriya 322 hezar ewroyî hildan û ew ê bi vî pereyî va 163 xwendekar û 35 mamosteyan bibin li welatên Belçîka, Polonya, Portekîz, Holanda, Almanya, Îngiltere, Awistirya û Komara Çekê bigerînin û xwendekarê li van welatan îmakana staj û lêkolînan bibînin.
Ogur diyar kir ku wer pilan dikin ku xwendekaran havînê bibin Ewropayê û beriya derketina welêt jî li Stenbolê bigerin û wiha pê da çû:
"Di saya vê gerê xwendekarên me yê beriya derketina welêt xweşikiyên welatê xwe jî bibînin. Bi vî awayî xwendekarê çanda xwe baştir bizanibin û ji welatê xwe hez bikin. Ji bo ku xebatên li bajarê me bibin mînak em difikirin ku raporeke berfireh bidin Ajansa Neteweyî. Ez ji Yekeyên Projeya AR-GEyê û xwendingehên ku proje amade kirin ra sipas dikim."