MÛŞ
Hat îdiakirin ku li Mûşê camên kafeteryaya li navenda xweşiqitandinê kênaştin û bi benzînê şewitandin.
Li gor agahiyên ku hatin sitendin, kesên ku nasnameya wan ne diyar e hatin navenda xweşiqitandinê, camên kafeteryayê kênaştin, benzîn berî ser dan û şewitandin.
Li ser rewşê welatiyan haya ekîbên agirkujiyê pê xistin. Ekîbên agirkujiyê şewat temirandin lê kafeterya bi tevahî şewitî.
Seyfullah Olcayê xwediyê saziyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku zirara wan 200 hezar lîre ye û piştî lêkolînan kiryarên bûyerê yê bên dîtin.
Olcay destnîşan kir ku bi şev dereng haya wî pê xistine û wî jî demildest haya ekîbên agirkujiyê pê xistiye. Olcay diyar kir ku piştî xebateke 1,5 saetî şewat hat temirandin.
Olcay wiha axivî: "Piştî temirandina şewatê di lêkolînan da derkete holê ku kiryaran cam kênaştine û bi benzînê şewitandine. Lewra me çend şuşeyên benzînê li wê derê dîtin. Ev jî nîşan dide ku ev sabotaj e. Bi rastî jî di lêkolînên kamerayên li dorberê da ew ê eşkere be ku kê kiriye."
Olcay destnîşan kir ku ev mehek e di tesîsê da xebatên nûkirinê didomandin û bi tenê 2 rojan xebitîne û mimkun nîne ku bi îmkanên xwe tesîsê careke din ava bikin û heke walîtî alîkariyê bide wan encax dikarên çêbikin.