30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2016
AGRI
Li Agiriya ku germahiya hewayê heta 20 pileyê dikeve bin sifrê dilxwazan li ser çapemeniya civakî "Projeya Arîkariya Dibistanên Gundên Agiriyê" dan destpêkirin. Bi saya vê projeyê bi hezaran xwendekar bûn xwedî mont, bot, kumik, sitûmal û lepikan.
Komeke ku ji xwendekar, karmend, esnaf, xebatkarên tenduristiyê û mamosteyan pêk tê di çarçoveya "Projeya Arîkariya Dibistanên Gundên Agiriyê" hat bal hev û bi arîkariyên ku berhev kirin ve dilê 3 hezar û 200 xwendekarî xweş kirin.
Dilxwaz çûn gundê Yaziliya girêdayî navendê û mont, pêlavên zivistanê, sitûmal û kumikên ku di çarçoveya kampanyayê de peydakirî belav kirin.
Xebatkarê Rêhewayên Tirkiyeyê Cafer Cansiyê ku serokatiya projeyê dike daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber ku li Agiriyê zivistan dijwar derbas dibe û ji ber tengasiyên madî bi taybetî zarokên li gundan mexdûr dibin û ji ber vê yekê jî me kampanya da destpêkirin.
Cansî got ku bi saya çapemeniya civakî ji her derê Tirkiyeyê piştgirî dan kampanyayê û spasiya kesên ku piştgirî dan kampanyayê kir.
Cansî got ku ji ber eleqeya ser kampanyayê kêfxweş in û bi saya vê yekê digihêjin hemû daxwazên arîkariyê yên ku ji dibistanên gundan û mamosteyan tê û wiha axivî: "Me li Agiriyê di 40 dibistanên gundan de arîkarî da 3 hezar û 200 xwendekarî. Di çarçoveya kampanyayê de Weqfa Îbrahîm Çeçen jî xwe gîhand me û arîkariya 2 hezar xwendekarî kir. Bi vê yekê me tevahî arîkariya 5 hezar û 200 xwendekarî kir."
- Dê di sala nû de arîkariyê bidin 80 dibistanên din jî
Ji dilxwazên kampanyayê mamoste Edîp Çagliyan jî got ji hevalên xwe yên mamoste yên ku li gundan peywirê dikin hîn bûn ji ber ku rewşa madî ya xwendekaran baş nîne cil û bergên wan ên zivistanê kêm in û bi pêlavên qetiyayî tên dibistanê.
Çagliyan destnîşan kir ji bo ku zarok mexdûriyetên wiha nekişînin kampanyayeke wiha dan destpêkirin û wiha axivî: "Em hewl didin ku arîkariyên ku hatin bigihînin xwendekarên xwe. Arîkariyeke mezin heye û me heta niha arîkarî da 40 gundên ku arîkarî xwestin. Armanca me ew e ku em di sala 2016an de jî bigihêjin 80 gundî."
- "Kêfxweşiya zarokan dilê mirov germ dike"
Meral Dînçera Midûra Weqfa Îbrahîm Çeçenê ku ji bo 2 hezar zarokê cil û bergên zivistanê peyda kir jî diyar kir ku xwestin ku di vê kampanyaya ku arîkariya xwendekarên dibistanên gundan dike de cî bigirin.
Dînçerê qal kir ku ji bo 2 hezar zarokî piştgirî dan projeyê û bal kişand ku gelek bi qîmet e ku mirov dilê zarokekî tenê xweş bike û got ku kêfxweşiya zarokan dilê mirov germ dike.