30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
TBMM
Hevdîtina di navbera Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu de dest pê kir.
Davutoglu û Kiliçdaroglu ji bo ku der barê mijarên wekî destûra bingehîn a nû, Rêziknameya Navxweyî ya Parlementoyê, reform û budçeyê de nêrînên xwe bi hev re parve bikin hatin bal hev.
Arîkarê Serokwezîr Lutfî Elvan, Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn, Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk û Cîgirserokê Koma AK Partiyê Nacî Bostanci jî bi Davutoglu re beşdarî hevdîtinê bûn.
Digel Kiliçdaroglu jî arîkarên serokê giştî Haluk Koç, Selîn Sayek Boke û Bulent Tezcan û Cîgirserokê Koma CHPyê Engîn Atalay hene.
Serokwezîr Davutoglu li ber derê odeya meqamê pêşwaziya Kiliçdaroglu û lijneya pê re kir. Xebatkarên Çapemeniyê eleqeyeke mezin nîşanî hevdîtinê dan. Davutoglu û Kiliçdaroglu beriya hevdîtinê poz dan xebatkarên çapemeniyê.