PARÎS
EXPO 2020 li dinyayê yek ji organîsazyonên herî mezin tê hesibandin. Tirkiye dixwaze di vê organîzasyonê de reqîbên xwe Rûsya, Brezilya û Dûbaiyê derbas bike û vê organîzasyonê bi dest bixe.
Li paytexta Parisa Fransayê ji bo EXPO 2020an li Buroya Pêşengehên Navneteweyî (BÎE) dê ji bo biryarê dengdayîn bê kirin. Beriya dengdayînê ji bo delegeyên BÎEyê li Pavillon d'Armenonvilleyê resepsiyon hat dayîn.
Li resepsiyonê Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bêguman şensê Îzmirê li gor Dûbaiya Emîrtiya Ereban a Yekbûyî, Sao Pauloya Brezilyayê û Ekaterinburga Rûsyayê zêdetir e. Muezzînoglû destnîşan kir ku Îzmir him bi erdnîgariya xwe û him jî bi rabirdûya xwe ya dîrokî û civakî li gorî konsepta EXPOyê ye û divê meriv hesabên welatên din jî ji bîr neke.
Îzmir bajarê herî îdeal e
Muezzînoglû detnîşan kir Îzmir ji bo vê amade ye û wiha axivî: "Ez hêvîdar im ku dê ji bo Îzmirê encameke bi xêr derkeve. Li gorî dewletên din û li gorî delegasyon û raya giştî xebatên herî baş dîsa Tirkiyeyê, bajarê Îzmirê kiriye. Him dînamîkên sivîl û him jî dînamîkên siyasî û bi rêveberiyên herêmî me pêvajoyek baş derbas kir. Ez hêvî dikim ku ev pêvajo bigihêje encameke baş."
Dengdayîn dê 3 caran bê kirin
Civîna lijneya giştî ya 167 dewletên ku EXPOyê xwe çêkirine û endamê Buroya Pêşangehên Navneweyî (BÎE) ne dê li Parîsê li avahiya OECDyê pêk were.
Dê civîn bi pêşkêşiya dawîn a dewletên endam dest pê bike û li lijneya giştî de dengdayîn bê kirin. Dengdayîn dê 3 caran bê kirin. Di her tûrê de dewleta ku herî kêm ray bistîne têk diçe. Di tûra dawîn de dewleta ku herî zêde ray bistîne dê mafê lidarxistina EXPO 2020an bi dest bixe.