ANKARA
Ji bo kesên ku dixwazin biçin umreyê qeyd sibê dest pê dikin.
Serokatiya Karên Diyanetê bernameya umreyê ya heyama 2013 û 2014an diyar kir.
Li gor agahiya malpera înternetê ya serokatiyê kesên ku bixwazin biçin umreyê qeydên ewil sibê dest pê dikin. Serokatiya Karên Diyanetê ji bo 7, 10 û 14 rojan bername amade kir û kesên ku bixwazin di meha Remezanê de biçin umreyê, dê ji bo wan jî bernameyên nû çêbike. Li gor bernameyan perê çûyîna umreyê jî diguhere. Bihayê herî hindik 930 euro, herî zêde jî hezar 520 euro ye.
Yên ku bixwazin qeyda xwe çêkin dê bikaribin li ser malpera înternetê ya serokatiyê di beşa "bernameya agahiyên umreyê" de an jî li bajar û navçeyan qeyda xwe çêkin. Qefleya umreyê ya ewil dê di 18 û 22yê çileya pêşîn de li axa pîroz bin.