İbrahim Atmaca
06 Sibat 2020•Rojanekirin: 07 Sibat 2020
Emîne Erdogana jina Recep Tayyîp Erdoganê Serokomarê Tirkiyeyê diyar kir ku bûyerên elîm ên ku li Tirkiyeyê peyê hev qewimîn careke din girîngiya piştevaniyê nîşan da û wiha dewam kir: "Rebbê min welatê me û miletê me ji hemû afat û felaketan biparêze."
Emîne Erdoganê li ser hesabê xwe yê Twitterê der heqê êrîşa li Îdlibê, ketina şepeyê ya li Wanê û qezaya balafirê ya li Stenbolê da parvekirin kir.
Emîne Erdoganê desnîşan kir, hê êş û elema eskerên ku li Îdlibê şehîd ketin nehat jibîrkirin, li Wanê felaketên şepeyê çêbûn û li Stenbolê qezaya balafirê çêbû û her kes pê êşiya û wiha dewam kir:
"Xwedê rehma xwe li welatiyên me yên ku mirine, esker û wezîfedarên me yên qamûyê yên şehîd bûne, bike. Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne. Weke welat bûyerên elîm ên ku li Tirkiyeyê peyê hev qewimîn, careke din girîngiya piştevaniyê nîşan da. Rebbê min welatê me û miletê me ji hemû afat û felaketan biparêze."