Haydar Şahin
17 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku li 5 herêmên Tirkiyeyê "herêmên endustriyê yên mega" ew ê werin avakirin.
Serokomar Erdogan di hesabê xwe yê Twîtterê da got, "Em 5 herêmên welatê xwe herêmên endustriyê yên mega ava dikin. Em ê ji 100 hezar kesî ra deriyê îstixdamê vekin û di teknolojiyê da derkevin asta jor. Dem dema veberhênanê ye. Dem dema Tirkiyeyê ye."
Di peyama Erdogan da dîmena ku hûrgiliyên projeyê li ser hatine nivîsandin jî hat weşand.
Li ser dîmena bi sernava "Di Pîşesaziyê da Gava Neteweyî" hat weşandin wiha hat nivîsandin: "Em bi herêmên endustriyê yên mega va gavên ku binesaziya teknolojî û pîşesaziya Tirkiye pêş bixin diavêjin. Mi ji bo vê xebatên qanûnî yên hewce dikin temam kirin."
Wekî mayîn di dîmenê da li ser nexşeya Tirkiye herêmên endustriyê yên mega yên wekî "Girava Veberhênanê ya Trabzonê", "Ciyê Veberhênana Minferîd a Karasuyê", "Herêma Endustriyê ya Fîlyozê", "Îxtisasa Vejenê ya Ceyhanê" hatin nîşandan. Di nexşeyê da tê gotin ku ew ê li Herêma Egeyê jî navenda endustriyê ya mega were avakirin.
Li ser dîmenê wiha hat nivîsandin: "Em herêmên endustriyê yên mega ava dikin. Di gava ewil da bi herêmên endustriyê yên mega va 45 milyar lire veberhênan, ji 35 hezar kesî ra îmkana kar. Bi herêmên endustriyê yên mega yên teze werin avakirin va 140 milyar lire veberhênan, ji 100 hezar kesî ra îmkana kar."