ROSWELL
Alan Eûstace 57 salî ye û di şirketa Googleyê de ji rayedarên payebilind yek e û 41 kîlometre ji bilindahiyê ve xwe ji esman berê jêr da û rekoreke nû bidestxist.
Eûstace li bajaroka Roswella eyaleta New Mexicoyê bi baloneka ku bi xaza helyûmê bilind dibe ve ber bi esman ve çû û 41 kîlometre ji erdê bilind bû. Paşê xwe berî jêr da û bi saya cil û bergên taybet ên ku mirov li fezayê li xwe dike bi sax û silamet daket erdê.
Heta gihîşt erdê bi qasî 4 deqîqe û nêvî dewam kir û hat ragihandin ku bi leza 1322 kîlometreyî ve ber bi erdê ve hatiye.
Herî ewil sporvanê Awistralyayî Felîx Baûmgartner di cotmeha 2012an de 39 kîlometre ji hewayê ve xwe berî jêr dabû û rekora herî ewil wî bi dest xistibû.
Eûstace ji bo bidestxistina rekorê li ser vê projeyê bi qasî sê salan xebitî û herî dawîn jî bû xwediyê rekora nû.