BÎTLÎS
Ji ziravê nexweşê ku ji ber qolinca zikêşê hat Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê, 32 kevirên bi qasî xaran derxistin.
Tahsîn Doganê (55) ku li gundê Alakira girêdayî navçeyê dijî, ji ber zikêşa giran, dillihevketin, nemehandin û piştêşê hat Nexweşxaneya Dewletê ya Ahlatê.
Piştî muayeneya li polîkilînîka Cerahiya Giştî û hûrnêrînan, hat dîtin ku di ziravê Dogan de kevir hene. Li ser vê yekê Op. Dr. Alî Soylemez, Tahsîn Dogan emeliyat kir.
Piştî emeliyata bi qasî saetekê kişand ji ziravê Dogan her yek bi qasî xaran 32 kevir hat derxistin.
Op. Dr. Soylemez daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku kevirekî rêya zirav xitimandibû, li ser vê yekê me demildest emeliyat pêşniyaz kir û piştî amadehiyan Dogan hat emeliyatkirin. Soylemez axaftina xwe wiha domand: "Tansiyona bilind di nexweş de hebû. Me amadehiyên xwe kir û di navbera 3 saetan de nexweş rakir ber emeliyatê. Emeliyat bi serkeftî derbas bû. Kîsika ziravê wî bi keviran tije bû û hindik mabû ku ziravê wî biteqe. Kevir bibûn sedema komplîkasyonan û rêya zirav xitimandibû. Zaferan neçûye û piştî demekê edap girtiye, niha gelekî baş e."
Dogan piştî emeliyatê hate ser xwe û got ku bi emeliyatê ji ziravê min 32 kevir hat derxistin. Niha baş im û tenduristiya min di cî de ye, ez ji her kesî re spas dikim.