ŞANLIÛRFA
Li gor agahiyan li ser rêya di navbera Gazîantep û Şanliûrfayê de tankêra LPGê ya bi plekaya 34 MAD 27 ya ku ajokarê wê nayê zanîn, li kamyona genim barkirî ya li pêşiya wî diçû xist.
Di encama qezayê de ajokarê qamyonê di cih de can da û Oragaoglûyê birîndar jî tîmên Servîsa Lezgîn a 112ê rakirin nexweşxaneyê.
Li ser 57emîn kîlomêtroya heman rêyê, kamyona bi plakaya 27 SK 490 ya ajokarê wê Cûma Akasli bû, li otobusa bi plakaya 73 AF 200 ya di bin kontrola Asker Ekînler qelibî.
Di encamê de muawînê otobusê Ridvan Dortçeker di cih de can da û 19 de kes jî birîndar bûn. Birîndar sewqî nexweşxaneyên herêmê hatin kirin.
Divê vê navberê da hat zanîn ku otobus ji Stenbolê ber bi Cizîrê ve diçû û di nav rêwiyan de Sûriyeyî jî hene.