Haydar Şahin
18 Gulan 2019•Rojanekirin: 19 Gulan 2019
Tê texmînkirin ku li rojhilatê Anadoluya Navîn, qismê Torosê yê Behra Sipî, Behra Reş, Sakarya, Enqere, Erzincan, Qers, Erdexan, Agirî, Îdir, Wan û Hekariyê hewayê ewravî be û baranê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, sibê li piraniya welêt hewayê ewrsayî û ewravî be.
Li gor texmînan li rojhilatê Anadoluya Navîn, qismê Torosê yê Behra Sipî, Behra Reş Sakarya, Enqere, Erzincan, Qers, Erdexan, Agirî, Îdir, Wan û Hekariyê hewayê ewravî be û baranê bibare. Baran li Bolu, Duzce, Zonguldax, Bartin û Karabukê ew ê zehf gur be.
Li rojhilatê Herêma Rojhilatê Anadoluyê bayê ji aliyên başûr û başûrê rojava ra rabe.