Türkan Tosun
18 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Li Kocalara gundê li ser Qiziltepeya navçeya Mêrdînê cehê ewil ê salê hat çinîn.
Suleyman Durakê ku cehê ewil ê salê ji zeviya xwe çinî bir Navenda Bazirganiyê ya Qiziltepeyê ku bifroşe.
Kîloya cehê wî ya li ser erdekî 20 donimî 4 hezar ton hat bidestxistin bi 1,40 lireyî hat firotin.
- "Înşallah ceh û genimê îsal wê bibereket û biqalîte be"
Serokê Navenda Hububat û Bazirganiyê Mehmet Şerîf Oter daxuyand li ser axa Mezopotamyayê ya bibereket cehê ewil ê salê hatiye çinîn.
Oter got cehê li deştê hê nehatiye çinîn û wiha dewam kir: "Înşallah di nav çend rojan da ewê jî bê çinîn. Înşallah ceh û genimê îsal wê bibereket û biqalîte be. Hêviya me ji den û dexlê îsal heye."
Oter anî ziman heke qedexeya li pêş îxracatê bê rakirin pîşesaz jî wê bên bikirin û reqabetê çêbibe ku ew jî ji bo cotkaran baş e.