Elif Küçük
20 Nîsan 2023•Rojanekirin: 20 Nîsan 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber Eyda Remezanê vîdeo peyam weşand û Cejna Eyda Remezanê ya welatiyan pîroz kir.
Serokomar Erdogan di peyama xwe da bi bîr xist ku meha Remezanê ya serî rehmet, nava wê mexfîret û dawiya wê jî ji ezap xilasbûnê ye bi dawî bû got ku ew ji Xwedê ra hemd dike ku tevî malbat, nas û dostên xwe gihîştin eydiyeke din.
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji ber erdhejên di 6ê Sibatê da çêbûn awayek dilşikestî dest bi meha remezanê kirin û ji hemû welatiyên di erdhejan da wefat kirin ra dia kir û sersaxî da malbatên wan.
Serokomar Erdogan diyar kir ku li gor baweriya Îslamê kesên di erdhej, lehî, agir û bobelatan da can bidin di hikmê şehîd da tên hesibandin û got ku ew wisa bawer dike kesên wefat kirine roja qiyametê wê bi şehîdan ra rabin.
Erdogan diyar kir ku meha Remezanê meha rehmet, bereket û hevkariyê ye û ji bo îqlima manewî ya vê mehê xweş derbas bikin bi hev ra hewl didin û wiha axivî, "Dewleta me bi hemû sazî û şaredariyên xwe, bi hemû hêza xwe û bi hemû saziyên xwe yên civakî yên sivîl û xwebexşên xwe li qadê ye. Em birînên afata sedsalê, gel û dewlet dest û mil didin hev û bi hev ra bi hevkariya sedsalê dibêçin. Pêvajoya çêkirina ji 100 hezar zêdetir avahiyên erdhejê û malên gundan dest pê kiriye û jê nêzikî 50 hezar avahî xîmên wan hatine danîn."
Serokomar Erdogan destnîşan kir li herêma erdhejê dixwazin 507 hezar avahî û 143 hezar malên gundan bi tevahî 650 hezar avahiyên nû çêkin û got ku em dixwazin di nava salekê da 319 avahî teslimî xwediyên heq bikin.