Kaan Bozdoğan
09 Îlon 2022•Rojanekirin: 09 Îlon 2022
Serokomar Recep Tayyip Erdogan diyar kir, gera wî ya Balkanan a 3 rojan ya ji bo Bosna Hersek, Sirbistan û Xirvatistanê bi dawî bû û ew vegeriya welêt û wiha got, "Em timî li cem birayên xwe yên li Balkanan in."
Serokomar Erdogan di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da ragihand ku gera wî ya Balkanan a 3 rojan bi dawî bû.
Erdogan di parvekirina xwe da cih da alaya Tirkiyeyê û yên hersê welatên Balkanan û her wiha vîdeoyên ji gera Balkanan û wiha got, "Em timî li cem birayên xwe yên li Balkanan in ku di raboriyê da me qedera xwe kiribû yek, dîrok û erdnîgariya me ya hevpar heye û her wisa rabitayên me yên beşerî û çandî hene."