Türkan Tosun
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan fitara xwe li mala welatiyekî vekir.
Erdogan piştî xebatên xwe yên li Navenda Giştî ya AK Partiyê jina xwe Emîne Erdogan jî hilda û çû mala welatî Huseyin Cahît Sargin ku fitara xwe veke.
Malbata Sargin li pêş malê ew pêşwazî kirin û bi hev ra li ser sifra erdê fitar xwarin.
Serokomar Erdogan bi malbatê re sohbet kir û wêne da kişandin.
Erdogan li ser hesabên xwe yên Twîtter û Instagramê ev wêne parve kirin.
Erdogan li ser Twîtterê wiha got: "Îro di fitarê de em bûn mêvanê apê me Huseyîn Cahît Sargin û malbata wî. Bereketa remezanê tu caran bila ji sifreya gelê me yê elîcenab kêm nebe."