Ali Kemal Akan
02 Gulan 2023•Rojanekirin: 03 Gulan 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî der heqê KAAN a Balafira Şer a Neteweyî (MMU), Hurjet, Atak-2 û Atak-3yê da peyam weşand.
Di parvekirina xwe da Serokomar Erdogan diyar kir ku ew bi dirûşmeya "Di qada parastinê da Tirkiyeke serbixwe" derketin rê û wiha pê da çû: "Hin caran bi dizî û hin caran jî bi eşkere gotin ku heke 'nikaribin bidin sekinandin' jî wê 'têkildar' bin û ji ber ku newêribûn bibêjin 'bigirin' jî hinceta 'reqabetê' derdixin pêş û bi hevokên xweş peyvî va armanca xwe ya sereke vedişartin. Digel vê em nesekinîn û ji armanca xwe nehatin xwarê."
Di berdewamiya axaftina xwe da Serokomar got: "Em bi tenê balafir, helîkoptêr, peyk, tank, moşek û çekan çênakin. Em di qada teknolojiyê da jî dixebitin û bi hev ra Sedsala Tirkiyeyê ava dikin."