BATMAN (AA) - Li Hasankeyfa Batmanê Ahmet Akdenîzê ku şivaniyê dike ji bo ku bibe serokê şaredariyê bû bernamzet.
Ahmet Akdenîz namzetiya xwe jî li ba heywanên ku şivaniya wan dike eşkere kir.
Akdenîzê ku li Hasankeyfê ji aliyê gelek kesan ve tê naskirin, ji bo turîstên ku tên navçeyê jî rêberiyê dike. Akdenîz bi vê tevgera xwe, ji bilî rêberî û şivaniyê dest avêt siyasetê jî.
Akdenîz tevî heywanên xwe derket ber çapemeniyê û diyar kir ku bi salan e şivaniyê dike û dema ku ajalên xwe dibe çêrê bê lênûsk, pênûs û rojname dernakeve rê û wiha dewam kir: "Ez hasankeyfa dîrokî him li welêt û him jî ji tûrîstên biyanî re didim nasandin. Min li Hasankeyfê seroktiya hin saziyên civakî yên sivîl jî kir û niha jî ji bo namzetiyê min serî li AK Partiyê da. Ji navçeyê re xizmeta herî baş ez ê bikim."