06 Gulan 2016•Rojanekirin: 06 Gulan 2016
KILÎS
Ji 2 guleyên rokêtê ku ji Sûriyeyê avêtin Kilîsê yek li banê avahiyekê û yek jî li bexçeyekî ket.
Hat destnîşankirin ku ji Sûriyeya ku şerê navxweyî lê heye 2 rokêt avêtin Kilîsê û yek li taxa Yenîbeşevlerê li banê avahiyekê û ya din jî li heman herêmê li bexçeyekî ket.
Hat diyarkirin ku di bûyerê da kes nemir û birîndar nebû û di hin avahiyan da xisar çêbû.
Hêzên ewlehiyê li ciyê bûyerê tevdîrên ewlehiyê hildan.