04 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
KILÎS
Ji hêla Sûriyê va 2 guleyên roketê hatin avêtin. Yek jê li Kilîsê baxçê Midûriya Dezgeya Daristanê, ku li taxa Kartalbeyê ye ket; ya din jî li hevşiyê heywanan ku li taxa Ebû Lûleyê ye, ket û 5 mîh mirar bûn.
Li ser êxbarê îtfaiye, ambulans û ekîbên AFADê sewqî cihê bûyerê kirin.
Polêsan li cihê bûyerê tevdîra ewlehiyê hilda. Di êrîşê da tiştek bi kesî nehat.
Ji ber teqînê di hin avahiyan da xesar çêbû.