Oğuzhan Sarı
01 Îlon 2024•Rojanekirin: 02 Îlon 2024
Walîtiya Enqereyê hişyarî da ku welatî li hemberî taviya baranê ya tê pêşbînîkirin dê tesîra xwe nîşan bide, baldar û bi tedbîr bin.
Di daxuyaniya li ser hesabê Walîtiyê yê medyaya civakî da hat diyarkirin, li gorî daneyên dawîn ên ji Navenda Analîz û Texmînê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hat wergirtin, tê texmînkirin ku li bajêr taviya baranê û taviya baranê ya bibirqetav a dê di navbera saet 16.00 û 21.00an da tesîra xwe nîşan bide, herêmî û gurr be.
Di daxuyaniyê da hat xwestin ku welatî li hemberî rewşên nerênî yên wekî lehî, birûsk, zîpik û bayê gurr divê baldar û bi tedbîr bin.