MALATYA
Pinar Sarcana (42) ermenî ya ku bi zimanê ingilîzî, fransî, rûsî, gurcî, tirkî, kurdî û ermanîkî dizane 3 sal û nîv berê bû misilman û bi mêrekî meletî re zewicî, lê mêrê wê ew berda, niha tevî her du zarokên xwe maye û ji peywirdaran alîkariyê dixwaze.
Pinar Sarcana (42), ku bi zimanê ingilîzî, fransî, rûsî, gurcî, tirkî, kurdî û ermenîkî dizane daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ji mêrê min ê ewil keçikeke min heye. Piştî ku ez jê veqetiyam li Erîwanê bi bavê xwe re jiyam. Li Erîwanê min apê mêrê xwe nas kir. Bi navbeynkariya wî min û Î.S. (65)yê Meletî hev du nas kir. Sarcanê, got ku 9 sal berê bi Î.S. re zewiciye û ji wî jî keçikeke wê heye.
Sarcanê got ku ji ber min û mêrê xwe bi hev nekir, demek berê em ji hev qetiyan. Niha tevî her du zarokên xwe Ayşe (12) û Şaziyeyê (8) dijîm. Midûriyeta bajêr a Malbat û Polîtîkayên Civakî ji bo keça min a mezin 500 lîreyî dide û em bi vî pereyî debara xwe dikin. Sarcanê got: "Xaniyê min kirê ye, ez nikarim kirêya xwe bidim. Kirêya min a 8 mehan ketiye ser hev. Herwiha zarok diçin dibistanê, mesref zêde ye. Divê mirov karibe zarokên xwe xwedî bike, debara xwe bike, lê têrê nake. Naçarim, ez çi bikim nizanim. "
Sarcanê da zanîn ku demek berê li fabrîkayê kaseyek li serê wê ketiye û wiha dewam kir: "Çûm cem bijîşk, rapor da min. Bijîşk got li ser tamarên sinirê yê serê te kîst çêbûye. Nexweş im, nikarim bixebitim. Serê min diêşe. Ji bo tedawîbûnê alîkariyê dixwazim û dixwazim piştî ku baş bibim bixebitim."
Sarcanê got ku dixwaze bixebite, debara xwe bike û zarokên xwe xwedî bike û wiha dewam kir: "Ez nizanim dê çi bibe. Tiştek ji destê min nayê. Serê xwe datînim ser balgîfê û car din radikim, xew nakeve çavên min. Naxwazim zarokên min bi rewşê zanibin û li ber bikevin. Hemû pirsgirêkan ji zarokan vedişêrim."
Sarcanê got ku berê di fabrîkeyan de xwebitiye û dîsa karekî bidinê dê bixebite. Sarcanê da zanîn ku bi heft zimanan dizane û dikare wergêriyê jî bike. Sarcanê got ku ew ji Tirkiyeyê pir hez dike, 3 sal û nîv berê bûye misilman û piştî ku bûye misilman serê xwe girtiye. Sarcanê diyar kir ku ji keça xwe ya mezin Ayşeyê re gotiye dixwazim nimêj bikim û wê nimêj hînê wê kiriye û wiha got: "Li dibistanê hînê wan dikin. Di pirtûka wê de hebû û me bi hev re nimêj kir. Niha nimêja xwe dikim û min her tişt hewaleyê Xwedê kiriye."