HEWLÊR
Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê (ETI) Erşad Salihî diyar kir ku bi saya vê qanûnê tirkmen, asûr û suryanî yên ku li herêmên xwe dijîn dê bikaribin dibistanên ku bi zimanên wan perwerdeyê didin vekin û dê bikaribin di zanîngehan de perwerdeyê bibînin."
Salihî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku wan gelek ked daye ku ev qanûn derkeve û got ku ziman mafeke ku Xwedê daye mirovan û tu kes nikare vî mafî piştguh bike.
Salihî got ku 80 sal berê li gor "Qanûna Zimanên Herêmî" li bajarên wek Kerkûk û Hewlêrê tirkmenkî wek zimanê fermî dihate bikaranîn, lê di nav demê de hat qedexekirin. Salihî wiha got: "Tirkmen, asûrî û suryanî yên ku li herêmên xwe dijîn dê bikaribin dibistanên ku bi zimanên wan perwerdeyê didin vekin û dê bikaribin di zanîngehan de perwerdeyê bibînin. Dema ku qanûn hat qebûlkirin tirkmen dê li herêmên xwe bi zimanê xwe qursan û saziyên perwerdeyê yên mirovan pêşve dibin vekin. Di van demên dawîn de tirkmen rastî êrîşan tên û di vê pêvajoyê de qebûlkirina vê qanûnê pir girîng e. Wateya wê ji bo me girîng e."
Ji hêla din ve Parlamentera Lîsteya Kurdistanê Lane Mihemed a ku di Parlamentoya Iraqê de wezîfeyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Mihemed diyar kir ku ev qanûna ku destûrê dide erebî û kurdî li saziyên fermî, trafîkê, pere û gozernemayan de bê bikaranîn pir kêfxweş e. Bikaranîna zimanên tirkmenkî, suryankî û asûrkî yên ku wek fermî dê bên bikaranîn jî ji bo pêşeroja Iraqê erênî ye.
Mihemed got ku heta niha kurdî bi tenê li Hewlêr, Silêmaniye û Dihokê bi fermî dihate bikaranîn, lê ji vir û pê ve dê li hemû Iraqê bê bikaranîn.
Nivîskar Prof. Dr. Şefîq Qezaz jî diyar kir ku wek erebî bikaranîna kurdî ya bi fermî li hemû Iraqê pêşveçûyîneke pir girîng e. Qezaz bal kişand îhtimala qebûlnekirina hikûmeta Bexdayê û wiha got:
"Madeya 140emîn a makezagonê hîn neketiye rewacê û dîroka kurdan bi soz û qanûnên ku hikûmeta Bexdayê qebûl nekirine ve tije ye."
Dema ku rejima Baasê ji holê rabû kurdî bi tenê li Bexdayê di malperên fermî yên Serokomariya Iraqê û Hikûmeta Iraqê de hatibû bikaranîn.