Harun Nacar
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 05 Nîsan 2023
Elena Akina ji Belarûsê ya ku bi Îsa Akinê li Elcewaza navçeya Bidlîsê peywir dike ra zewîcî ye li Miftîtiya Navçeya Elcewazê kelîmeî şehadet anî û bû misilman û navê xwe guhert û kir Leyla.
Akina ku bi hevserê xwe yê mamoste ra li navçeyê dijî ma bin tesîra jiyan û eleqeya cîranên xwe da û biryar da ku bibe misilman.
Malbata Akin serî li miftîtiyê da û li ser vê merasima îhtidayê hat lidarxistin. Erkan Karacayê miftîyê navçeyê di merasimê da Qur'ana Pîroz xwend û der barê esasên bingehîn ên Îslamiyetê da agahî dan Akinê.
Elena Akinê paşê eşheda xwe anî û bû misilman û navê xwe wek Leyla guhert.
Miftî Karaca ji rojnamevanan ra got ku ji bo Akinê li miftîtiyê merasima îhtidayê li dar xistin.
Karaca wiha axivî: "Got ku ew demek e bi hevserê xwe yê mamoste ra li Elcewazê dijî. Welatiyê Tirkiyeyê ye. Gote me ku ma bin tesîra jiyan û eleqeya cîranên xwe yên li Elcewazê dijîn û biryar da ku bibe misilman. Me jî agahî û berhemên der barê dînê îslamê da teqdîmê wê kirin. Em wê pîroz dikin, bila şehadeta wê ya ji bo îslamê bimbarek be."