WAN
Li gundê Boyûnpinarê ya li ser navçeya Çataka Wanê jiyana rojane di tariya şevê de dest pê dike. Gundî sibehê zû şiyar dibin, goman paqij dikin, êm didin heywanan, nan li tenûrê dixin û karên gund dikin. Herçiqas jiyana gundiyan zehmet û karên rojane yên gund giran be jî gundî qet aciziya xwe nakin.
Gundiyên gundê ji 40 malan pêk tê, bi sewaldariyê debara xwe dikin. Gundî havîn û zivistanê tim bi heywanan re mijûl dibin. Zivistanê bi taybetî rojên ku berf nabare goman paqij dikin û alif didine heywanên xwe.
Li vî gundî jin piştî kar nan li tendûrê dixin, mêr jî li heywanan dinêrin û hata êvarê encax karên xwe diqedînin.
Li gund kevneşopiya komxebatê hê jî dewam dike, herwiha gundî alîkariya gundên cînar jî dikin.
Gundî dûrî teknolojî û qelebalixa bajêr dijîn. Lê herçiqas ji teknolojiyê bêpar bin û jiyana wan a rojane zor be jî navê rojê navberê didin kar, çay vedixwin û kêf dikin. Lewra ji jiyana sirûştî ya gund hez dikin. Şivanê gund li bilûrê dide, gundî govendê digrin û bi kêf karên xwe dikin.
Herçiqas karê wan pir be jî ew bextewar in
Ji gundiyan Fehîm Gultepe, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku karê gund gelek e, lê ji bo ku piraniya gundiyên me xizmên hev du ne, alîkariya hev du dikin û bi vî awayî karên xwe dikin.