Îddianameya der barê bûyerê de ku ji 19 rûpelan pêk dihat û ji aliyê Serdozgeriya Cûmhûriyetê ya Diyarbakirê ve hatibû amadekirin li Dadgeha Cezayê Giran ya 7an a Diyarbakirê hat qebûlkirin. Der barê Fermandarê Tûgaya Komandoyên Çiya yê Bolûyê yê wê demê Yavuz Erturk de 11 car cezayê muebbetê û 25 sal jî heps tê xwestin.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku di sala 1993an de ji bo girtina komek endamên rêxistinê ku Şemdîn Sakik pêşengê wan bû li herêmê operasyon hatibû lidarxistin û rêveberê operasyonê jî Fermandarê Tûgaya Komandoyên Çiya yê Bolûyê yê wê demê Yavuz Erturk bû.
Hat destnîşan kirin yekîneyên leşkeriyê yên ku li wê derê operasyonê dikirin ji bo rêberiyê gazî muxtarê gundê Înkarayê Mehmet Salîh Akdenîz û xwarziyê wî Celal Aziz Aydogdu kirine û ew girtine. Di heman rojê ji bilî wan Mehmet Şah Atala, Nûsrettîn Yerlîkaya, Tûran Demîr, Behçet Tûtûş, Bahrî Şîmşek, Mehmet Şerîf Avar, Hasar Avar, Umît Taş û Abdo Yamik û gelek gundiyên ku navê wan nehatine tespîtkirin jî hatine binçavkirin.
Di îdianameyê de wiha hat gotin: "Yekîneyên leşkeriyê ku gumanbar Erturk berpirsyarê wan bû nêzî du hefteyan li herêmê man û operasyon kirin. Di vê demê de ji gundiyên ku hatibûn girtin hinek serbest berdan. Lê 11 gundiyên mayî roja ku yekîneyên leşkerî dê ji wê derê herin bi emrê Erturk ve li helîkopterê hatine siwarkirin. Ji xizmên wan re jî hatiye gotin ku wan dibin Diyarbekirê lê xizmên gundiyan bi vî awayî hatine xapandin û paşê 11 gundî hatine kuştin û li wê derê hatine binaxkirin."
Bi vê îdianameyê ji bo Fermandarê Tûgaya Komandoyên Çiya yê Bolûyê yê wê demê Yavuz Erturk de 11 car cezayê muebbetê û 25 sal jî heps tê xwestin.
Malbatên gundiyan der barê bûyerê de agahî dabûn Komîsyona Mafên Mirovan a TBMMyê jî.